Encûmena Wezîran a Tirkiyê referandûma Kurdistanê gotûbêj dike
Encûmena Wezîran a Tirkiyê îro dicive û tê çaverêkirin ku guftûgo li pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê were kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Wezîran a Tirkiyê îro dicive û tê çaverêkirin ku guftûgo li pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê were kirin.
Peyamnêrê K24ê li Enqerê Azad Altun ragihand, Îro Encûmena Wezîran a Tirkiyê bi serokatiya Serokwezîrê wî welatî Bînalî Yildirim li koşka Çankaya dicive.
Li gorî agahiyên peyamnêrê K24ê, di civînê de çend mijarên girîng tên axaftin ku tê çaverêkirin yek ji wan pirsan jî, pirsa referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê be.
Peyamnêrê K24ê amaje bi wê kir, eger heye ku daxuyaniyek ji Encûmena Wezîran derbarê pirsa referandûma Herêma Kurdistanê de derkeve, lê di çarçova daxuyaniya berê ya Binalî Yildirim û Wezîreta Derve de be.
Wezareta Derve ya Tirkiyê tekezî li ser yekperçeyîya xaka Iraqê kir û ragihandibû, ku encamdana referandûmê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve şaşîtiyeke mezin e.