Serdana neçavarêkirî ya Erdogan bo Rihayê

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, bi bi awayek neçaverêkirî serdana Serêkaniya Rihayê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, bi bi awayek neçaverêkirî serdana Serêkaniya Rihayê kir.

Erdogan, ji alîgirên xwe xwest bo hilbijartina 2019'ê derî bi derî bigerin. Da xuyakirin, bo parastina yekîtiya xwe li hemû çiyayên bakurê Kurdistanê operasyonan dikin û ew dê berdewam bin.

Erdogan herweha got: "... Di nav 15 salan de bo Rihayê me 35 mîlyar lîre xerc kirin e. Yên berê hemû pere bo çiya dişandin. Ew pere hember zarokên welat wek gule hatin bikaranîn.

Divê jin û ciwan, derî bi derî bigerin, bixebitin. Yên nexebitin ser nakevin. Serêkanî ji sedî 50'i zêdetir belê got, lê nebes e. Niha armanc hilbijartinên Adara 2019 û Mijdara 2019'ê ne.

Ez bo xelkê Serêkanîyê spas dikim, ku we cîh da awareyên Sûriyê û bo wan bûn Ensar. We dilê xwe vekir, wek hinekan neqewitandin.

Em kurd û tirk û ereb û yên din hemû yek netew in. Yek ala û yek dewlet û yek welatê me heye.

Em welatê xwe nadin parçe kirin. Ku derê pêwîst be emê herin wir. Pêwîst be Gabar, Cûdî, Tendurek û Besta. Em hene û emê hebin. Em jibilî dewleta Komara Tirkiyê dewleteke din nas nakin. Em dibin garantiya Komara Tirkiyê de xizmetguzariyên xwe berdewam bikin.

Cejna Remezanê tê. Cejn yekîtî û bihevrebûn e. Emê yek bin, bira bin û bihêz bin.

Cejna we ya Remezanê careke din pîroz dikim."