McGurk li Enqere ye

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê di şerê DAÎŞê de Bret McGurk piştî hevdîtinên xwe yên digel Hêzên Suriyeyeya Demokratîk gihişt Enqereyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê  di şerê DAÎŞê de Bret McGurk piştî hevdîtinên xwe yên digel Hêzên Suriyeyeya Demokratîk gihişt Enqereyê.

Li gor medyaya Tirkiyeyê Bret McGurk îro gihiştiye Enqereyê û dê li Wezareta Derve û Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê çend hevdîtinan pêk bîne. McGurk duh û pêr li Eynl Îsa û Tebqayê digel Hêzên Suriyeyeya Demokratîk HSDyê civiyabû.

Berî niha Tirkiye MC Gurkî bi piştgirîkirina terorê tohmetbar kiribû û daxwaza jikardûrxistina wî ji Amerîkayê kiribû. Ji alîkî din ve serdana MC Gurk demek wisa de pêk tê ko Tirkiye amedekariya êrîşeka li dijî Efrînê dike.