Kalin, îşareta operasyonek nû da
Berdevkê Serokomariya Tirkiye Ibrahim Kalin, girêdayî pirsên di rojeva Tirkiye de ligel rojnamevanan civiya û bersîva babetên rojevê da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Serokomariya Tirkiye Ibrahim Kalin, girêdayî pirsên di rojeva Tirkiye de ligel rojnamevanan civiya û bersîva babetên rojevê da.
Li ser pirsa girêdayî pêkanîna operasyonên nû li Suriye û liser “sînor” Kalin diyarkir ku, “amadeyî û tedbîrên Tirkiye jib o bersîvdan a her gefekî liser ewleyiya Tirkiye heye û her dem ev amadekarî dikarin bikevin pratîkê de”.
Şîrovevan bersîva Kalin, wekî amadeyiyan operasyonek nû li Suriye dinirxînin, ku êrîşa li ser devera Efrînê dikare planek vê operasyonê be.