HDP jî dixwaze tevlî meşa CHPê bibe

HDP bi diruşm û pankartên "Bo hevserokan dadwerî" dê beşdarî meşa Kemal Kiliçdaroglu ya berbi Stenbolê bibe.

K24 – Navenda

HDP bi diruşm û pankartên "Bo hevserokan dadwerî" dê beşdarî meşa Kemal Kiliçdaroglu ya berbi Stenbolê bibe.

"Meşa Dadê" ya Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu ku jiber zîndankirina parlamenter Enîs Berberoglu ji Enqerê berbi Stenbolê ve dabû destpêkirin, di roja 17 min de berdewam dike.

Partiya Demokratîka Gelan (HDP) biryar da ku, bi pankartê ku daxwaza dadê bo hevserokên xwe dike dê beşdar bibe.

Biryar hatiye dayîn, Şaredarê Mêrdînê Ehmed Tirk ku ji kar hatibû dûrxistin û parlamenterên HDP Mîthet Sancar û Celal Dogan dê beşdarî meşê bibin. Herweha bi awayek girseyî dê beşdarî mîtînga Stenbolê ya CHP bibe.

lê CHP qebûl nekir ku, HDP bi navê partiya xwe beşdariyê bike, tenê dikarin wek kesayetî dikarin beşdarî mesa dadê bibin.