Demîrtaş: Pêwîst nake meş bigihe girtîxaneya Edîrneyê

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, ti daxwaza wî nîne ku meşa Kiliçdaroglu heta girtîxaneya Edîrneyê berdewam bike. Ya girîng bo anîna dadê avêtina gavên berbiçav in.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, ti daxwaza wî nîne ku meşa Kiliçdaroglu heta girtîxaneya Edîrneyê berdewam bike. Ya girîng bo anîna dadê avêtina gavên berbiçav in.

Cîgirê Serokê Koma HDPê Ehmed Yildirim da xuyakirin, Demîrtaş derbarê meşa Kiliçdaroglu de peyamek şandiye û destnîşan kiriye ku, divê meş hemû aliyên dijber bîne bahev û ya girîng ne tenê rewşa zîndankirina wî ye. Tiştê girîng pêdiviya dadê ye û pêwîst e meş di gotinê de nemîne.

Demîrtaş xwestiye ku, hemû aliyên civakî welêt ji xerabûnê rizgar bikin û derxin aramiyê û ji ber vê ji gotinên ne zelal xwe bidûr bixin.

Desteya Birêveberiya HDPê dabû xuyakirin, ewê îro tevî Hevserok Serpîl Kemalbay û hin endamên Desteya Rêveber û Parlamenteran serdana meşa Kiliçdaroglu bikin û li pêş girtîxaneya Kandira daxuyaniyekê bidin.