Serfermanderê kevn, serfermanderê nû rexne kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serfermendarê kevn ê Tirkiyê Ilker Başbug, ku nîjadperestek tund tê zanîn, serfermandarê niha yê Tirkiyê Hulusi Akar rexne kir, ku di dema hewla kodetaya serbazî ya 15ê tîrmeh a par de, imtîxanek baş nedaye.
Başbug di hevpeyvîna xwe ligel FOX TV a tirkî de, redkir ku 15ê Tîrmeh a par hewla kodetaya serbazî be, ew wekî hewlek kodetaya Cemaeta Xizmet û Fethullah Gulen binavkir. Bi vî awayî xwest serbazan paqij derxe.