Cîgirê Parêzgarê Diyarbekirê hat girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Parêzgarê Diyarbekirê Sercan Gokdemîr, bi tometa endamtiya Cemaeta Gulenê hat girtin.

Sercan Gokdemîr, di çarçoveya lêpirsînê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de, roja 14'ê Tîrmehê hatibû binçavkirin.   

Gokdemîr, piştî lêpirsînê, ser daxwaza dozgerê, bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen hat girtin.