IHD: Rewşên pir xerab derbas bûn, lê niha rewş xerabtir e

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê, 31'êmîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike. Hevseroka rêxistinê Eren Keskîn dibêje, ji rewşên pir xerab derbas bûn, lê rewşa niha ji wan xerabtir e.

Komeleya Mafên Mirovan, bi armanca pîrozkirina salvegera damezrandinê, li Meydana Sultanehmedê çalakiyek darxist. Pankartên şermezarkirina rewşa awarte û wêneyên Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî û çalakvanên greva birçîbûnê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bilind kirin.

Parêzer Eren Keskîn, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan ku di hema demê de damezrînerê rêxistinê ye, di pîrozbahiyê de bal kişand ser salên damezrandinê û got, di salên borî de, qasê niha zehmetî nekişindine.