HUDAPAR: Emê bo pirsgirêka Kurd daxwaza hevdîtinê ji serokomar bikin

HUDAPAR bi rêjeya %0.31'î 157 hezar û 612 deng wergirt, li bajarên wek Batman û Diyarbekirê bi namzetê serbixwe tevlî hilbijartinan bû.

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Doza Azad (HUDAPAR) cara yekem li tevahiya Tirkiyeyê wek partî tevlî hilbijartinan bû. Hudaparê bi rêjeya %0.31'î 157 hezar û 612 deng wergirt, li bajarên wek Batman û Diyarbekirê bi namzetê serbixwe tevlî hilbijartinan bû. Rayedarên Hudaparê di wê baweriyê de ne ku encam ji bo wan serkeftî ye û ew ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dengê xwe bêhtir bigihînin Enqerê.

Partiya Doza Azad (HUDAPAR) ku li 79 bajaran wek partî û li 2 bajaran jî bi namzetên serbixwe tevlî hilbijartinan bû wek partî 157 hezar û 612 deng wergirt û Namzetê Serbixwe Zekeriya Yapicioglû jî li Diyarbekirê 35 hezar û 230 deng wergirt. HUDAPAR, cara yekem wek partî tevlî hilbijartinan bû û vê yeke tena sere xwe wek serkeftinekê dibîne. Sekreterê Giştî yê HUDAPARê Şehzade Demîr amaje dike ku her çiqas ew ji benda hilbijartinê derbas ne bibin û parlementerî bi dest nexistibin jî wan ji tevahiya Tirkiyeyê deng wergirtî ye û ev yek ji bo wan girîng e.

Şehzade Demîr ji K24ê re got: "Eger hun bejin bi dile we ye, em dibêjin na. Lê ji berk u li Kurdistanê jî û li Rojavayê memleket jî me deng wergirt ev yek encameke baş e ji bo me. Me dixwest ku namzetên me yên serbixwe jî werin hilbijartin."

Piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê Hudaparê ragihandibû ku ew êdî bûne partiyeke Tirkiyeyê û ew ê li gel çareseriya pirsgirêka Kurd dê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê jî bixebitin. Derbarê vê yeke de Çavdêrê Siyasî Sitki Zîlan tîne zimên ku bingeha Hudaparê bingeheke Kurdî ye.

Sitki Zîlan dibêje: " HUDAPAR dibêje em bûn partiyeke Tirkiye, ev ne rast e. Li Rojavayê Tirkiyeyê jî kesên ku denge xwe dan HUDAPARê dîsa Kurd bûn. Rast e wek qanunî partiyeke Tirkiye ye, lê denge xwe ji Kurdan werdigre."

Partiya Doza Azad dabû zanîn ku ew di hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên Serokomariyê de pişgiriya Recep Tayyîp Erdogan dikin, derbarê vê daxuyaniyê de rayedarên Hudaparê dan zanîn ku ew ê di rojên pêş de bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaza hevdîtinê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bikin û her wiha rayedaran got ku ji bo ku sarbûna di navbera HDP û Hudaparê de jî dê hewlên çareserkirina kêşeyan werin dayîn.