25 sal in berpirsên komkujiya Sêwasê nehatine sizadan
Di 2ê Tîrmeha sala 1993an de li bajarê Sêwasê di otêla bi navê Madimakê de du xebatkar û 33 rewşenbîr bi giştî 35 kes hatibûn şewitandin.
K24 – Enqere
Di 2ê Tîrmeha sala 1993an de li bajarê Sêwasê di otêla bi navê Madimakê de du xebatkar û 33 rewşenbîr bi giştî 35 kes hatibûn şewitandin. Ev komkujî li seranserî Tirkiyê bi çalakiyan tê bibîranîn. Bi boçûna rayedarên Komeleya Elewiyan berpirsiyarê vê komkûjiyê hêj nehatine sizakirin. Ligel vê yekê şahidên bûyerê jî dibêjin ev 25 sal in agrê dilê van hêj venemiriye.
Li Tirkiyê di 2ê Tîrmeha sala 1993an de li bajarê Sêwasê bi pêşengiya komeleya Pîr Sultan Abdalê û bi beşdarîbûna hejmareke zêde rewşenbîr, hûnermend û rojnamegeran ji bo bîranina Pîr Sultan Abdal ku bo ciwata Elewiyan xwedî cihek giring digre çalakiyek tê lidarxistin. Lê ji aliyê gelê Sêwasê ve bi hinceta ku "ol ji dest diçe"erîş li vê çalakiyê tê kirin û Otela Madimakê ya ku çalakî lê tê lidarxistin, bi destê wan êrîşkaran ve tê şewitandin. Di vê otela ku tê şewitandin de 33 ji wan rewşenbîr, hûnermend û rojnameger 35 kes canê xwe ji dest didin. Ev komkûjî di 25êmîn salvegera xwe de li gelek deverên Tirkiyê bi çalakiyan hat bîranîn Şahidên wê komkûjiya Sêwasê ku beşdarî bîranîna li Enqerê bû ragihandin ku agirê dilê wan hêj venemiriye.
Şahida Komkûjiya Sêwasê Xanê Polat ji K24ê re wiha axivî: “Çawa ku di otêla Madimakê de lawên me hatin şewitandin, îro hêj jî dilê me dişewite. Bila hikûmet otêla madimakê bike mûzexane da ku hindik be agirê dilê me vemire.”
Şahidê komkujiya Sêwasê Aşik Gûzel jî dibêje: “25 sal ser vê bûyera dil şewat derbas bû lê jana dilê me hêj nû ye. Rewşenbîrên me zana yên me pêş çavên me hatin şewitandin.”
Bi boçûna rayedarên komeleya Pîr Sûltanê ku serkêşiya van bîranînan dike berpirsê vê bûyerê hêj nehatine sizakirin
Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdalê yê Şaxa Enqerê Hasan Kaya got: “Heta çend roj berê niha doza vê bûyerê hebû. Ji ber ku berpirsên vê qetlîamê hêj nehatine dîtin doz bê encam ma û hate taloqkirin. Daxwaza me ji hikûmeta me ew e ku kiryarên vê bûyerê bê dîtin û sizakirin.”
Rayedarên komelya Pîr Sûltanê û şahidên bûyerê daxwaz ji hikûmetê dikin ku Otêla Madimakê bibe muzexqan ku qe nebe agirê dilê wan hindekê vemire. Herwiha Çalakiya bîranînê ya li Enqerê bi gerandina semahê û bi gotina stranên ku ji bo kesên di vê komkûjiyê de canê xwe ji dest dane hatine nivîsîn bi dawî bû.