Şîrovekarên nêzî AKP: Girtina siyasetmedaran li gorî demokrasiyê şaş e

Di pergala nû ya rêveberiya Tirkiyeyê de dahatûya 10 hezar siyasetmedar û endam û rêveberên HDP û DBP'ê yek ji mijarên rojevê ye.

 

K24 – Diyarbekir

Di pergala nû ya rêveberiya Tirkiyeyê de dahatûya 10 hezar siyasetmedar û endam û rêveberên HDP û DBP'ê yek ji mijarên rojevê ye. Şîrovekarên nêzî HDP'ê dibêjin; nûnertiya Kurdan li parlementoyê heye û rêya rast jî pêwendî û dan û stendinên siyasetmedaran e. Li gorî şîrovekarên nêzî Ak Partiyê jî dibêjin; girtîmayîna siyasetmedaran, li gorî demokrasiyê rêyeke şaş e.

Di 4'ê Mijdara 2016'an de li hember rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê binçavkirinan dest pê kiribû û piştî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê, girtin û binçavkirinan berdewam kiribû. Li gorî daneyên ji HDP'ê; 10 hezar HDP'yî û DBP'yî di girtîgehan de ne. Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Doçent Dr. Cenap Ekîncî, li ser rewşa van girtiyan dibêje; ji bilî nirxandina zagonên dadweriyê; li gorî demokrasiyê, girtina siyasetmedaran, rêyeke şaş e.

Şîrovekarê Siyasî Cenap Ekîncî ji K24ê re wiha axivî: "Çavên her mirovî li dadgehan e û li vê pergala nû ye ku hikûmeta nû ya Tirkiyeyê rêyeke nû û paceyeke nû veke û nêrneke nû bibîne û ji bo van hemû girtiyên siyasetmedar, hemû girtiyên wekî rojnamevan û akademîsyen û hemû mirovên ji bo doza mafên xwe û doza mafên mirovan dikin hatine girtin."

Ess// Di nav 10 hezar girtiyan de parlementer, siyasetmedar, hevserokên şaredariyan û rêvebir û endamên HDP û DBP'ê cih digirin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de 93 şaredariyên DBP'ê ji aliyê qeyûman ve tên rêvebirin û di sala 2019'an de jî hilbijartinên Herêmî hene; şîrovekarê siyasî yê nêzî HDP'ê Îrfan Babaoglû jî dibêje; guherîna rêveberiyan carinan tiştên baş bi xwe re tîne lê di rewşa heyî de serbestberdana siyasetmedaran xuya nake.

Şîrovekarê Siyasî Îrfan Babaoglû dibêje: "Avakirina pergaleke nû baş e lê divê van pergalan li gorî şert û mercên demokrasiyê werin rêvebirin lê ne wisa ye. Meseleyeke mezin li holê heye, zindan tijî siyasetmedar in, rojnamevan in, akademîsyen û parlementer jî. Divê kesên ku hatine hilbijartin bi awayekî serbest werin berdan. Di siyasetê de bila her kes bikaribe fikir û ramanên xwe bîne zimên."

Li ser pergala nû ya rêveberiya Tirkiyeyê û rewşa 10 hezar siyasetmedarên girtî yên HDP'yî û DBP'yî; şîrovekarên nêzî Ak Partiyê amaje dikin ku ji ber şirîkatiya Partiya Nijadperestan MHP'ê, Ak Partî nikare hin gavan bi rehetî bihavêje. Şîrovekarên nêzî HDP'ê jî amaje dikin ku divê deriyên diyalogê neyên girtin û beriya hilbijartinên herêmî pêşî li serbestberdana siyasetmedaran were vekirin.