Tirkiye: 2 sal biser hewla kodetaya serbazî derbas bûn
Şeva 15ê Tîrmehê ya sala 2016an dirêjtirîn şeva dîroka Tirkiyê bû. Komeke leşker derketibûn kolanan û digotin: Derbe çêbû. Bila her kes biçe mala xwe. Ev henek nîn e...
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeva 15ê Tîrmehê ya sala 2016an dirêjtirîn şeva dîroka Tirkiyê bû. Komeke leşker derketibûn kolanan û digotin: Derbe çêbû. Bila her kes biçe mala xwe. Ev henek nîn e.
Welatî nedizanîn çi dibe? Lê li Enqereyê hin kes dizanîn.
Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê MÎT seet di çaran (04:00) de Serokerkaniya Tirkiyê ji hewla derbeya leşkerî agahdar kir.
Piştî 2 seetên din Serokê MÎTê Hakan Fîdan bi xwe serdana Serokerkanê Tirkiyê Hulusî Akar kir û digel wî civiya. Akar jî ferman da ko, ti balafir nefirin.
Fîdan piştre telefona Erdoganî kir û di derbarê ewlebûna wî de agahiyan wergirt.
Seet dema bûbû deh (22:00) wekî ko ti bergirî nehatibûn standin balafirên şerî li Enqereyê dest bi firînê dikirin. Li Stenbolê jî leşker serê piran girtin.
Fermandarê Arteşa Yekemîn Ûmît Dûndar ko şeva derbeyê xwedî pêgehek girîng bû bi civîneka rojnamevanî dijî derbeyê derket.
Piştre Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirim eşkere kir ko bi hewla derbeyeke leşkerî re rû bi rû ne.
Li gor tohmetbarnameya derbeyê 3 xûlek piştî yanzdehan (23:00) komeke leşkerên pilebilind Hulusî Akarî birine bingeha Akinciyê.
Di heman demê de helîkopteran jî li ser MÎTê reşandin.
Piştî deh deqeyan belavoka derbeyê li TRTyê hate xwendin.
Ji alîkî din ve Erdogan jî bi riya facetime beşdarê televîzyoneke taybet bû û ji ber hewla derbeyê Tevgera Fetullah Gûlen tohmetbar kir. Herwiha bang li welatiyan kir ko derkevin kolanan û li dijî derbekeran berxwe bidin. Li ser vê bangê xelk li kolan û meydanan kom bûn û riya leşkeran girtin.
Li ser van bûyeran Parlemento jî bi awayek awarte civiya
Erdogan ko wê demê li Marmarîsê bû ber bi Stenbolê ve bi rê ket
Seet dema bûbû du û nîv Parlemento hate bombebarankirin û 32 kes birîndar bûn.
Piştî 50 deqeyên din jî balafira Erdoganî gihişt Stenbolê. Erdogan li balafirgehê axafî û got Tevgera Fetullah Gûlen xiyanet kiriye û ew dê li dijî wan serbikevin
Ji alîkî din ve Bînalî Yildirim jî fermana xistina balafiran dida
Şev bidawî hatibû lê şer berdewam bû. Vê carê jî Koşka Serokomariyê hate bombebarankirin
Seet piştî şeş û nîvan leşkeran bi riya whatsapê peyamên xwe yên dawî belav kirin û gotin Erdogan ji Tirkiyeyê derketiye
Lê berevajî vê peyamê leşkerên li ser pira Bogaziçiyê xwe radest dikirin
Ûmît Dûndar jî bû wekîlê Hulusî Akar û cihê wî girt
Seet piştî heştan Stenbolê jiyan asayî bû
Piştre jî nûçeyên rizgarkirina Akar belav bûn
Di dawiyê de Umît Dûndar got wan hewla derbeya şikênandine
Di destpêka hewla derbeyê de hikûmeta Tirkiyeyê yekser Tevgera Fetullah Gûlen tohmetbar kir û li dijî wê rêxistinê şerek dijwar da destpêkirin. Lê Tevgera Fetullah Gûlen tohmeta hikûmetê red dike û dibêje: Derbe senaryo ye û hikûmeta Tirkiyeyê vê senaryoyê ji bo tinekirina tevgera wan wekî hincet bikartîne. Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî balê kişandibû senoryabûna derbeyê û gotibû ew bi lîstîka herî mezin a dîroka Tirkiyeyê re rû bi rû ne. Serokê Dezgeha Hawalgirî yê Almanyayê Hans-Georg Maassen jî bawerî bi hikûmeta Tirkiyeyê neanîbû û gotibû Tevgera Fetullah Gûlen derbe nekiriye.
Lê di dawiyê de baca hewla derbeyê Tevgera Fetullah Gûlen da. Ji zêdetirî 204 hezar alîgirên Tevgera Fetullah Gûlen hatin lêpirsînkirin û ji wan 129 hezar kes ji kar hatin dêrxistin û 50 hezar kes jî hatin zindanîkirin.
C.B