“Herî zêde di Hezîranê de îşkence û zordestî li girtiyan hatiye kirin”

Di derbarê rewşa girtîgeh û girtiyan de, ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve raportek hate amadekirin. Li gorî raportê di 6 mehan de ji 20 girtîgehan 543 serîlêdanên derbarê binpêkira mafê mirovan de hatine kirin. Herwiha romana bi Kurdî ya girtiyekî jî hatiye desteserkirin.

 

K24 – Stenbol

Di derbarê rewşa girtîgeh û girtiyan de, ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve raportek hate amadekirin. Li gorî raportê di 6 mehan de ji 20 girtîgehan 543 serîlêdanên derbarê binpêkira mafê mirovan de hatine kirin. Herwiha romana bi Kurdî ya girtiyekî jî hatiye desteserkirin.

Komelaya Mafên Mirovan ya Stenbolê derbarê 6 mehên pêşîn ya sala 2018an de raporta li ser binpêkirina mafê girtiyan ragihand. Li gorî raportê herî zêde di meha Hezîranê de îşkence û zordestî li girtiyan hatiye kirin. Raport li ser bingeha serîlêdanên girtî û malbatên wan, zanyariyên parêzeran ên di serdema serdanê de û li ser agahiyên nivîskî ên wezareta dadê hatiye amadekirin. Li gorî raportê, di nava 6 mehan de 543 serîlêdanên derbarê binpêkirinba mafên mirovan de hatine kirin. Ji wan serîlêdanan 147 jê ji ber astengiyên tenduristiyê, 216 ji ber îşkence, lêdan, gef û sizayên disiplînê, 115 jî li ser astengiyên mafê ragihandinê hatine kirin.

Endamê Komîsyona Girtîgehan Mehmet Acettîn ji K24ê re got: "Ji bo ku desthilat naxwaze girtî dengê xwe bilind bikin, zilm û zora li ser wan her zêde dike. Dixwazin herkesî bikin yekreng. Di rewşa awarte de jî şert û mercên girtîgehan gelekî hatin girankirin. Wek mînak nahêlin malbat bi girtîyê xwe yê nexweş ku li ber mirinê ye jî hevdîtinê pêk bîne."

Di nava 543 serîladan de bi tenê 33 jê ji aliyê jinên girtî ve hatiye kirin. Herwiha di nava raportê de ji bilî Herêma Marmaraê serîlêdanên 12 girtîgehên li derveyî vê herêmê jî cih digirin. Komeleya Mafên Mirovan ji bo çareseriya kêşaya girtiyan di nava 6 mehan de 292 nivîsên fermî şandine ji 5 saziyên dewletê ên ku bi girtîgehen re têkîldar in. Komîsyona Mafên Mirovan ya Parlamentoya Tirkiyê jî di navê de.

Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak dibêje: "Bi pergala nû ya Tirkiyê kiryarên antî demokratîk hê zêdetir bûn. Ew biryarnameyên Rewşa Awarte hemû bûn wek yaseyan. Di serî de jî bandora wan yaseyan xwe li girtîgehan dide nîşan. Em dikarin bibêjin ku dirûvê yaseyekê li îşkenceyê peydakirin û îşkence bû wek kiryareke rewa, bi taybet li girtîgehan. Berê lêgerîna tazî nîn bû, lê niha bi mevzûatê vê yekê dikin. Ya herî xirap jî girtiyên ku sizayên wan nehatine teqezkirin jî wek girtiyên hikûmkirî mafên wan ên rewa tên binpêkirin."

Li gorî raportê, piştî Rewşa Awarte çewsandinên derûnî, lêdan, lêgerîna tazî, têkmîla leşkerî, kelepçekirina ji piştê ve û gefên li ser girtiyan hatine zêdekirin. Di meha Adarê de jî ji bo van gilî û gazincan 120 serîlêdan hatine kirin. Ji sizayên disiplînê ên keyfî, heta astengiyên derbarê ragihandinê de jî mafên girtiyan hatine binpêkirin. Qedexeya li ser zimanê Kurdî jî di raportê de cih girtiye. Li gorî zanyariyên di raportê de, romana bi Kurdî ya Eyyup Kiliçê ku ji 750 rûpelan pêk tê û li girtîgeha Antalyayê girtiye jî hatiye desteserkirin.