“Hatina penaberên nû dê kêşeyan jî bo Tirkiyê bîne”
Li Sûriyê şerê navxweyî yê ev 7 sal in didiome bi operasyona Idlibê ku Relîma Sûriyê û Rusya niha dest bi bombebaranê kiriye berev qonqxeke nû ve diçe.
K24 – Enqere
Li Sûriyê şerê navxweyî yê ev 7 sal in didiome bi operasyona Idlibê ku Relîma Sûriyê û Rusya niha dest bi bombebaranê kiriye berev qonqxeke nû ve diçe. Li gorî neteweyên yekbûyî dema ku ev operasyona leşkeri berfireh bibe dê karesata mirovî a herî mezin rû bide û di carekê de bi milyonan sûrî wê koç bikin. Mijara penaberan herî zêde ji aliyê Tirkiyê ve ji nêz ve tê şopandin ji ber ku rawestgeha sereke ya penaberan dê bibe Tirkiye. Li gorî pisporên Tirkiyê Enqere amadehiyên xwe dike pêşwaziya penaberan bike, lê hin pispor dibêjin hatina penaberên nû bi xwe re dê kêşeyan jî bo Tirkiyê bîne.
Di dema ku çavê hemû cîhanê li ser Idlibê ye rejîma Sûriye û Rûsyayê dibêjin ku hewceye Idlib ji pêkhateyên terorê bê paqijkirin û wê deverê bombebaran dikin. Derbarê vê mijarê de Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku niha 4 mîlyon xelkê sivîl li Idlibê dijîn û ger operasyonek li ser Idlibê pêk bê keraseta mirovî ya herî mezin dê rû bide û herî kêm wê 2 milyon û nîv kesên ku li wê derê dijîn bibin penaber. Ev yek taybetî ji aliyê Tirkiyê ve ji nêz ve tê şopandin ji ber ku li cîhanê herî zêde penaberên Sûrî li Tirkiyê dijîn û welatiyên ku li Idlibê bibin penaber rawestgeha wan a sereke jî ew ê Tirkiye be. Loma Enqere jî naxwaze operasyonek li ser Idlibê pêk were.
Ji aliyê pisporên Tirkiyê ve jî ev meseleya hatina penaberan bi baldarî tê şopandin û mijara ku tê meraqkirin ev e gelo Tirkiye dê bikaribe mazûvaniya bi sed hezaran penaberên nû bike?
Akademîsyen Doç.Dr. Alî Zafer Sagiroglu li ser vî pirsê dibêje: “Tirkiye niha ji bo ku li Sûriyê tevgereke nû ya koçberiyê rû nede di nava hewlên dîplimatîk de ye. Lê dema ku tevgereke nû ya penaberan berev Tirkiyê ve bê Heyvasor a Tirkiyê û hêzên alikariya lezgîn li ser sînorê Sûriyê amade ne û ji bo penaberan kon hatine vedan û tên vedan. Ligel vê yekê Tirkiye hewil de li nava xaka Sûriyê deverên ku di bin qontirola wê de yên weke Efrîn, El Bab û Cerablûsê jî ji bo penaberan kombajaran ava bike û li nava sînorên Sûriyê de pêşvaziya penaberan bike.”
Niha nêzîkê 3 milyon û nîv penaberên Sûriyê li Tirkiyê dijîn û tê diyarkirin dema ku tevî her tiştî operasyona Idlibê pêk bê eger heye endamên rêxistinên radîkal jî bi welatiyên sivîl re derbasî Tirkiyê bibin û ev yek jî ji bo Tirkiyê di warê ewlehiyê de pirsgirêkan derxîne
Hin pispor dibêjin ne tenê di warê ewlehiyê de di warên aborî, civakî û siyasî de jî hatina bi hezaran penaberan ji bo Tirkiyê kêşeyan bi xwe re tîne.
Serokê Navenda Lêkolînên Îltîca û Penaberiyê Metîn Çorabatir dibêje: “Niha li Tirkiyê ji xwe li ser 3 mîlyonan zêdetir penaber hene. Helbet hatina penaberên nû di warê alikariyên mirovî de wê Tirkiyê bixe zorê. Di warê perwerdehî û alikariyên tenduristiyê de wê bi kêşeyan re rû bi rû bimîne. Beramberî vê yekê dibe ku di navbera welatiyên Tirkiyê û penaberan de jî kêşeyên civakî rû bidin. Ji xwe hejmarek zêde welatiyên Tirkiyê ji penaberan eciz in. Herî dawî di warê entegrasyona penaberên nû de jî Tirkiye dê zehmetiyê bikêşe.”
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji şerê navxweyî yê Sûriyê ku di sala 2011an de destpêkir û ev 7 sal zêdetir e berdewam dike heta niha ji milyonekê zêdetir kesî canê xwe ji dest daye û 10 milyonan zêdetir jî bûne penaber