Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê hat valakirin

Ji ber sedemên ewlehiyê avahiya Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê hat valakirin û karmendên wê hatin derxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber sedemên ewlehiyê avahiya Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê hat valakirin û karmendên wê hatin derxistin.

Peyamnêrê K24ê li Enqerê da zanîn, agahiyek gihîştibû dezgehên ewlehiyê ku dê li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê êrîşeke xwekujî pêk bê, balyozxaneyê hat valakirin û karmendên balyozxaneyê bo cihekî ewle hatin veguhastin.

Diyar kir jî, her çar riyên ku têna ser balyozxaneyê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û tedabîrên ewlehiyê têne girtin.

Amaje bi wê jî kir, di medya Tirkiyê de gelek îdîa hatin gotin, ku bombeyek di balyozxaneyê de hatiye bicihkirin, yan êrîşeke xwekujî dê li dijî balyozxaneyê pêk bê.

 

 

S. B