Şîmşek: MHP ji gavên ku Ak Parti'yê bo Kurdan dihavêtin aciz dibû

Piştî rawestandina tifaqa navbera Partiya Dad û Geşeganê AK Partî û Partiya Bizava Nijadperest MHP'ê, di nav Kurdan de nîqaşên li ser egera destpêkirina pêvajoyeke nû tên kirin.

 

K24 – Diyarbekir

Piştî rawestandina tifaqa navbera Partiya Dad û Geşeganê AK Partî û Partiya Bizava Nijadperest MHP'ê, di nav Kurdan de nîqaşên li ser egera destpêkirina pêvajoyeke nû tên kirin. Şîrovekarên Siyasî amaje dikin ku bi rawestandina tifaqê re AK Partiyê barekî giran ji ser pişta xwe havêt û hêviyên gel ji destpêkirina pêvajoyeke nû geş bûn, lê dê di pratîkê de xuya bike ku bê ka ji bo çareserkirina Pirgirêka Kurd dê pêvajoyeke nû destpê bike yan na.

Destpêkirina tifaqa navbera AK Partî û MHP'ê û polîtîka  hikûmetê ya li ser Kurdan, hêviyên destpêkirina pêvajoya çareseriyê qut kiribûn. Lê rawestandina tifaqa AK Partî û MHP'ê ya ji bo Hilbijartinên Herêmî û daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ên li ser Sonda Xwendekarên Dibistana Seretayî, ji aliyê Kurdan ve bi erênî hatin pêşwazîkirin. Van her du rûdanan hêviyên Kurdan ên ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya Çareserkirina Pirsgirêka Kurd geş kir.

Mamosteyê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê û şîrovekarê siyasî Doç. Dr. Vahap Coşkun got;  AK Partî ji rawestina tifaqa bi MHP'ê re rihet bû û dê ev yek li bajarên mezin ên Tirkiyeyê bandoreke erênî li dengên AK Partiyê bike. Li gorî nirxandinên Coşkun;  ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû jî divê gavên berbiçav werin havêtin.

Akademîsyen Dr. Vahap Coşkun ji K24ê re wiha axivî: "Niha zimanê xwe hinekê guherand lêne bi temamî. Gelo dê vê siyasetê çawa bimeşîne divê em vê bişopînin. Dikarin gavên şexsî jî bihavêjin. Niha gelek parlementerên HDP'ê yên girt hene, dibe ku kesekî an du kes ji wan berdin. Mirov dikarê hingê bibêje ev gaveke nû ye."

Şîrovekarên siyasî amaje dikin ku Pirsgirêka Kurd êdî bûye pirsgirêkeke navdewletî û divê mirov çareseriyê ne tenê di nav welêt de; li derveyî welêt jî bigere.  Çavdêrê siyasî û endamê AK Partiyê Mahmut Şîmşek jî amaje dike ku AK Partiyê ji bo Çareserkirina Pirsgirêka Kurd heta niha gelek gavên berbiçav havêtin. Li gorî daxuyaniyên Şîmşek tifaqa AK Partî û MHP'ê ne li dijî Kurdan bû; stratejîk bû û ji bo pesendkirina pergala nû ya rêveberiya Tirkiyeyê pêwîst bû.

Endamê Ak Partiyê Mahmut Şîmşek ji K24ê re got: "Ji beriya pêvajoya çareseriyê AK Partî û MHP ne li hev bûn. Sedema vê nelihevbûnê jî gavên ku AK Partiyê ji bo Kurdan dihavêtin bûn.  Ev gav li hesabê MHP'ê nedihatin."

Şîrovekarên siyasî amaje dikin, bi rawestandina tifaqê AK Partî û MHP'ê re dê di pêvajoya hilbijartinên herêmî de nermahiyek li ser Pirsgirêka Kurd çêbibe lê hişyariya rûdanên li derveyî welêt ku bi Pirsgirêka Kurd ve pêwendidar in jî dikin û dibêjin; heta meseleya Rojavayê Kurdistanê neyê çareserkirin, nayê çaverêkirin ku Tirkiye jî di pirsgirêkên navxweyî de gavên nû bihavêje. Ji aliyê din ve banga HDP'ê ya ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê ji aliyê rayedarên AK Partiyê ve hatiba redkirin.