Akar: Em rê nadin korîdora terorê

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê dibêje, li ser bakurê Firatê hevdîtinên wan bi Amerîkayê re berdewam dikin û ew rê nadin li başûrê wan korîdoreke terorê were dirustkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê dibêje, li ser bakurê Firatê hevdîtinên wan bi Amerîkayê re berdewam dikin û ew rê nadin li başûrê wan korîdoreke terorê were dirustkirin.

Hulusî Akar derbarê ewlekariya Tirkiyê de balkişand ser pêşhatên dawî li Rojhelatê Deryaspî û got, heta Tirkiye bo projeyekê Nebêje belê, kes nikare li wê derê tu karê bike.

Akar da xuyakirin, hevdîtin û xebatên wan derbarê Rojhilata Firatê de berdewam dikin û careke din dubare kir, li bakurê Sûriyê yan bakurê Iraqê, ew tu carê rê nadin li başûrê Tirkiyê korîdoreke terorê bê damezrandin.

 

 

C.B