Ji ber germa zêde ya Diyarbekirê hişyarî tên dan

Pileya germê di nav rojê de 38'an nîşan dide û hin roj ev pile ji 40'î jî derbas dibe.

 

K24 – Diyarbekir

Pileya germê li Diyarbekirê her ku diçe zêde dibe û pispor jî welatiyan hişyar dikin ku di saetên navbera nîvroj û esirê de dernekevin derve. Li gorî nirxandina pisporên tenduristiyê; di havîna îsal de ji ber germa zêde û ji bo kêmvexwarina avê, gelek kes bi giliyê nexweşînên mêjî serî li nexweşxaneyan didin. Welatî jî ji bo xwe ji germa rojê biparêzin, zêdetir bin sûran tercih dikin.

Pileya germê di nav rojê de 38'an nîşan dide û hin roj ev pile ji 40'î jî derbas dibe. Germa zêde di jiyana rojane de bi taybetî ji bo kesên temendar wekî xetere tê dîtin. Ji ber vê jî gelek kes ji ber giliya nexweşînên germê, serî li nexweşxaneyan didin. Bijîşka Beşa Norolojiyê Rodî Saripolat dibêje; germa zêde dibe sedem ku mêjî der bibe ango xwîn birije ser mêjî û ev jî dibe sedem ku jiyana kesan bikeve bin xetereyê.

Bijîşk Rodî Saripolat ji K24ê re diyar kir: "Di hewaya germ de bi taybetî kesên temendar di bin xetereyê de ne. Yên ku tansiyonên wan bilind in, di bin xetereyê de ne. Ji ber vê yekê jî divê nexweş di saetên navbera 10:00 û 14:00'an de dernekevin derve. Divê di germê de dermanên tansiyonê texsîr nebin û bi baldarî werin bikaranîn; ji xeynî vê jî divê mirov ji xwarinên şor û rûnî dûr bisekinin."

Zêdebûna germê, her çiqas bi taybetî ji bo kesên navsere û temendar wekî xetere were dîtin jî; hişyariya pisporan bi taybetî ji bo zarokan e ku ji germê werin parastin. Gelek welatiyên ku kar û barên wan ên rojane hene jî; piştî sivikkirina karên xwe, li bin siya sûran rûdinin û heta ku bandora rojê kêm bibe, xwe li ber siyê diparêzin. Welatî Şukru û Bayram Îşyerî jî bi malbatî hatine bin siya sûran û dibêjin; ji ber ku saetên nav rojê bi xetere ne; siya bin sûran cihê herî xweş ê parastinê ye.

Welatî Şukru Îşyerî: "Diyarbekir gelek germ e, em ji ber germê direvin, diçin ber siyê. Em li bin sûran rûdinin, ji ber germa zêde nexweşîn peyda dibin, ji ber vê jî heta em dikarin em xwe ji germê diparêzin."

Welatî Bayram Îşyerî:"Germa zêde ne baş e. Bijîşk jî dibêjin xwe di hewaya germ de biparêzin û dernekevin derve. Em jî ji neçarî derdikevin derve lê sî li ku derê be, em diçin wê derê."

Pispor ji bo parastina ji germê; saetên navbera 10:00 û 14:00'an xetere dibînin. Ji bo ava ku ji ber bandora germê ji laşê mirovan kêm dibe jî rojane vexwarina 2 lître avê wekî şerteke girîng dibînin da ku di temenê biçûk de êşên tansiyonê li ser welatiyan peyda nebin.