Bilindbûna bihayên sotemeniyê welatiyên Bakur û Tirkiyê bêzar kiriye

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxê sotemeniya wesayîtan her ku diçe zêde dibe.
kurdistan24.net

Diyaberkir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxê sotemeniya wesayîtan zêde dibe. Ji serê sala 2021an ve her lîtreyeke gaz, banzîn û LPG lîreyekê zêde bûye.  Depoya bi 300 lîreyan tijî dibû niha bi 450 lîreyan tê dagirtin. Welatî ji bihabûnê bêzar bûne û dibêjin; ji ber bihabûnê ew nikarin cotkariyê û karên xwe yên rojane bikin û daxwaza daxistina bihayên sotemeniyê dikin.

Bihayên benzîn, mazot û gazê mehane sê-çar caran zêde dibe. Xwediyên wesayîtan ji bihabûnê bandoreke xirab dibînin. Di mehên serê sala 2021an depoyeke 55 lître bi 350 lîreyan dihat dagirtin, lê niha heman depo bi 470 lîreyan tê dagirtin. Wate; di nava 10 mehan de 120 lîre li depoyeke 55 lître zêde bûye.

Karsaz û xwediyê îstasyona sotemeniyê Nûredîn Atîk got; sedemê bihabûnê bazara navdewletî  û bilindbûna nirxê dolarî ye û ew jî neçar in sotemeniyê bi biha bifiroşin. Atîk dibêje; dema ku sotemenî biha dibe her kes ji vê yekê bandoreke xirab dibîne.

Nûredîn Atîk ji K24ê re diyar kir: “Mijara bihabûna nirxê benzîn û mazotê ne di destê me de ye, ne di destê Tirkiye û Serokomar de ye jî; ev di destê cîhanê de ye. Mazot û benzîn ya cotkaran e, ya karsazan e, xwediyên wesayîtan e. Dibe ku serê depoyekê 10 lîre lê zêde bibe. Her kes ji vê yekê bandorê dibîne. Çi xizan û çi karsaz, çi cotkar û çi avahîsaz be ferq nake; bandorê li her kesê dike.”

Ji beriya niha gaz ango LPG li gorî mazot û benzînê erzantir û guncavtir bû. Di 2020an de lîtreye  LPG bi 3 lîreyan bû. Depoyeke 50 lître bi 150 lîreyan dihat dagirtin. Lê niha lîtreya LPGê bi 5 lîre û 82 kurîş e. 50 lître bi 291 lîreyan tê dagirtin. Di nava salekê de serê depoyekê 150 lîre, lê zêde bûye. Welatî ji bihabûna nirxê sotemeniyê bêzar bûne û dibêjin; qismeke zêde ya dahata xwe didin sotemeniyê.

Ajotkar Ezîz Dogan ragihand: “Wile mazot firiyaye. Me berê lîtreya wê bi 3,5 lîre dikirî lê niha bûye 8,5 lîre.  Wiha berdewam bike em ê îflas bikin. Em ji mazot û benzînê re dixebitin.”

Murad Yukler jî dibêje: “Me serê salê lître bi 6,5 lîreyan digirt niha ji 8 lîreyan derbas bûye. Ka dê halê me çawa be, dê halê cotkaran çawa be? Em nikarin cotkariyê bikin. Em tên liv ir li bihayan dinêrin. Em nizanin em ê çawa bikin.”

Mistefa Adiguzel jî diyar dike: “Me berê çenteyeke mazot bi 450 lîreyan lê niha ew bûye 800 lîre. Ka em çi bikin? Ez cotkar im, min berê hezar domin  pembû diajot lê niha tenê 150 doniman diajom. Ji ber zêdebûna bihayê mazotê. Ji ber vê yekê cotkarî kêm dibe.”

Gilî û gazinceke welatiyan jî ji bacê ye. Dewlet niha baca xerçkirina taybet nagire;  tenê baca wekî KDV tê pênasekirin digire. Ew jî %18 ye. Ango her serê 100 lîreyan 18 lîre wekî bac tê dayîn.