Tirkiye hêzên zêdetir rêdike Sûriye

Ligor agahdariyan ji medya Tirkiye, karwanek din a serbazî ya Tirk, ku ji komandosan, alavên leşkerî û zirîpoşan pêkdihat ber bi Sûriye ve bi re ketiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor agahdariyan ji medya Tirkiye, karwanek din a serbazî ya Tirk, ku ji komandosan, alavên leşkerî û zirîpoşan pêkdihat ber bi Sûriye ve bi re ketiye.

Karwan ji 300 barhilgiran pêk dihat û bi mebesta qayimkirina hêzên Tirkiye bi taybet li devera Idlibê bi rê ketiye.

Komandos li herêma Reyhanli ya Hatayê ji rahênanê derbas bûn e û ligor medya Tirkiye piştî rahênanê, ligel karwanê serbazî diçin Sûriye.

Li devera Idlibê aloziyên di navbeyna Tirkiye û hêzên rejîma Sûriye û Rûsya de berdewam in û Tirkiye çendîn caran dide diyarkirin, ku dê hêzê xwe venekşîn e.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment