PAK: Êrişa li ser ala Kurdistanê êrişa li ser hemû kurd û Kurdistanê ye

Peyama Buroya Çapemenî û Ragehandina PAK'ê sebaret bi êrişa li ser PDK û alaya Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derheqê êrişa li ser baregeha PDK û şewitandina alaya Kurdistanê de daxûyaniyek da.

Alîgirên Heşda Şebî li Bexdayê dûh agir berdan baregeha (ofîsa) Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). Her wiha bêrêzî li alaya Kurdistanê kirin û şewitandin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAK'ê sebaret bi vê bûyerê îro peyamek weşand û got:

"Êrîşa li Alaya Kurdistanê û li Baregeha PDK'yê hatîye kirin, êrîşeke li ser hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

Alîgirên Heşdî Şabî bi alayên xwe,roja 17.10.2020ê li Bexdayê  êriş birin ser Baregeha Liqa 5 a PDKyê. Terorîstên ku alîgirên Heşdî Şabî ne, li gel şewitandina baregeha PDKyê û bilindkirina ala xwe li ser avahîyê, Alaya Kurdistanê jî şewitandin.

Êrîşa li AlayaKurdistanê û li Baregeha PDKyê hatîye kirin, êrîşeke li ser hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

Ev êrîşa tehdîdeteke xêrnexwazên Kurdistanê ye li himber destkeftin û yekrêzîya hemû alîyên Başûrê Kurdistanê ye.

Ev êrîşa herweha tehdîdeke li ser başbûna  dîyalog û peywendîyên Hewlêr û Bexdayê ye.

Seddam Husênê jenosîdkar bi wan jenosîdên xwe jî nikarîbû rê li ber ava kirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bigire . Îro jî ne Heşdî Şabî, ne jî yên li pişta wan dê nikaribin rê li ber Azadî û Serxwebûna Kurdistanê bigirin.

Ew Alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistafa Barzanîyê nemir kir, îro li ser Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê libadibe. Tu şika me jê tune ye, dê ev alaya pîroz rojekê li ser asîmanê her çar perçeyên Kurdistanê, wek nîşana  azadî û serxwebûnê  jî libabide.

Em wek hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê êrîşa Heşdî Şabî ya li ser Alaya Kurdistanê û li ser baregahê PDKyê, wek êrîşeke ku li ser me hatîye dihesibînin û bi tûndî Heşdî Şabî û piştgirên wan rûreş dikin."

Fly Erbil Advertisment