"Bûyerên li Amerîkayê çêbûn, peyameke xirab dan welatên Rojhilata Navîn"

Mamosteyê Zanîngehê û Çavdêrê Siyasî Xalid Ehmed diyar dike ku bûyerên li Amerîkayê çêbûn, peyameke xirab dan welatên Rojhilata Navîn.

Çavdêrê Siyasî Xalid Ehmed û Siyasetmedar Îbrahîm Guçlu
Çavdêrê Siyasî Xalid Ehmed û Siyasetmedar Îbrahîm Guçlu

Hewlêr (K24) - Mamosteyê Zanîngehê û Çavdêrê Siyasî Xalid Ehmed diyar dike ku bûyerên li Amerîkayê çêbûn, peyameke xirab dan welatên Rojhilata Navîn. Mafnas û Siyasetmedar Îbrahîm Guçlu jî diyar dike ku Amerîka di mijara gihandina demokrasiyê de bo welatên din, li Rojhilata Navîn bi ser neket.

Mamosteyê Zanîngehê û Çavdêrê Siyasî Xalid Ehmed ji bajarê Duhokê û Mafnas û siyasetmedar Îbrahîm Guçlu ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bûn û li ser bûyerên li Amerîkayê bersiv dan pirsên Cemal Batun.

Xalid Ehmed li ser bûyerên li Amerîkayê diyar kir: “Dîmenên şevê din bi heqîqet dîmenîn zor namo bûn, ku fîlmeke Holywood hat pêş çavan, Amerîka weke welatekî rojhilatî bû, hate dîtin weke Amerîka bi Iraqê ve diçû.”

Ehmed destnîşan kir: “Şevê din dîmenên xemgîn bûn bo seranserê cîhanê, ku demokrasiya Amerîkayê bigihe wê astê û bi vî rengî serederî ligel encamên hilbijartinan bêne kirin.”

Îbrahîm Guçlu jî eşkere kir: “Li Amerîkayê pêvajoyeke nû dest pê kir, ji bo ku ji nû ve demokrasiyê li ber çavan derbas bikin, bi taybetî jî sîstema hilbijartinê li ber çavan derbas bikin, ez bawer dikim pêvajoyeke nû dest pê kir, weke hûn dizanin roja hilbijartinê jî, piştî hilbijartinê jî, heta îro, di sîstema hilbijartinê de minaqeşeyeke pir mezin heye. Heta dikarim bibêjim ku di dema serokdewletbûna Trump û yê din de jî ferqek heye, çimkî Trump îdia dike ku li Amerîkayê sîstemeke statuparêz heye, divê ew statu were guhertin, gelek vekirî dibêje ku dewleteke kûr heye, ew dewleta kûr, statuparêz nahêle Amerîka pêş bikeve, Amerîka mezin bibe.”

Îbrahîm Guçlu diyar kir ku Amerîka di mijara gihandina demokrasiyê de bo welatên din, li Rojhilata Navîn bi ser neket.

Çavdêrê siyasî Xalid Ehmed dibêje: “Bûyerên li Amerîkayê çêbûn, peyameke xirab da welatên Rojhilata Navîn û welatên ku guman dikin ji demokrasiyê û hewl didin bi tenê di pratîkê de demokrasî bikin û bawerî pê neynin, yan jî bi rengekî din sîstema xwe ya dîktatoriyê li pişt demokrasiyê veşêrin.”

Derbarê serkeftina Joe Biden de Xalid Ehmed eşkere kir: “Ez bawer im serkeftina Joe Biden aramiyek û tenahiyek da seranserê cîhanê, bi taybetî li devera Rojhilata Navîn û heta Iraq û Kurdistanê. Çimkî têgihiştina wî û hewlên wî ji bo çareserkirina kêşeyên deverê û têgihiştina wî ya lojîkî bo rewşa Iraqê, bi taybetî ya kêşeya Kurdî ev bi xwe dilxweşker bû ji bo tevahiya xelkê deverê.”