Li Çemçemalê karmendekî asayîşê hat kuştin

Li nahiya Şoreş a ser bi Çemçemalê, karmendekî asayîşê, ji aliyên kesên nenas ve, bi destdirêjiya gulleyan hat kuştin.

Karmendekî asayîşê hat kuştin
Karmendekî asayîşê hat kuştin

Hewlêr (K24) – Li nahiya Şoreş a ser bi Çemçemalê, karmendekî asayîşê, ji aliyên kesên nenas ve, bi destdirêjiya gulleyan hat kuştin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand; li nahiya Şoreş, ji aliyê kesên nenas ve, karmendekî asayîşê hat kuştin.

Di nava 12 demjimêran de, ev bûyera duyem a kuştina karmendên asayîşê ye.

Îro di navbera karmendên asayîşa Silêmanî û hêzên Pêşmerge de li Tasluceyê jî şer derket û di encama şer û pevçûnê de karmendekî jiyana xwe ji dest da û çend karmend jî birîndar bûn.

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand: “Îro danê sibehê 10ê Sibata 2021ê li rêbendeke Tasluce, dema wesayîteke ser bi hêzên Pêşmerge derbas dibû, di navbera Pêşmerge û karmendên rêbendê de xeletfêmkirinek qewîmiye û bûye şerê devkî û ji aliyê Pêşmergeyan ve bi kêrê êrîşî çend karmendên asayîşê hatiye kirin û karmend hatine birîndarkirin. Mixabin karmendê asayîşa rêbenda Tasluce Şaxewan Ehmed Mehmûd, ji ber giraniya birînê, şehîd bû, pênc karmendên din jî birîndar bûn.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Demildest lijneyek ji bo lêkolînê hat pêkanîn û her du aliyên ku bûne sedema derketina kêşeyê, bi biryara dadwer, hatin ragirtin.”

Fly Erbil Advertisment