Li Rojavayê Kurdistanê 113 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 113 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û ragihand, 113 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 14 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 11 kes li Dêrikê, 49 kes li Reqayê, 7 kes li Dêrazorê û 11 kes li kampa Holê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 4 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17445 kesan, ji wan 717 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1770 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.