Li Herêma Kurdistanê 593 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 593 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 593 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 593 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 136 kes li Hewlêrê, 268 kes li Silêmaniyê, 184 kes li Duhokê û 5 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 803 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 273 kes li Hewlêrê, 210 kes li Silêmaniyê, 265 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 166051
Mirin: 4229
Başbûn: 150641
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.