Li Rojavayê Kurdistanê 45 kes bi Koronayê ketin
Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17599 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 45 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û ragihand, 45 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 6 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 3 kes li Rimêlan, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, 6 kes li Reqayê, 15 kes li Tebqa, 2 kes li Minbicê û 1 kes li Dêrazorê ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 6 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17599 kesan, ji wan 717 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1776 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.