Li Herêma Kurdistanê 9 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihîştiye 4238 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 651 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 651 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 84 kes li Hewlêrê, 253 kes li Silêmaniyê, 214 kes li Duhokê, 11 kes li Helebce û 89 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 9 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 860 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 166702

Mirin: 4238

Başbûn: 151501

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.