Li Rojavayê Kurdistanê 73 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 73 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û ragihand, 73 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 14 kes li Hesekê, 16 kes li Qamişlo, 10 kes li Dêrikê, 2 kes li Amûdê, 25 kes li Reqayê, 4 kes li Şehbayê, 1 kes li Dêrazorê û 1 kes li kampa Holê ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 2 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17672 kesan, ji wan 717 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1778 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.