Li Hesekê kampîna lêdana vaksîna li dijî Koronayê destpê kir
Destpêkê karmendên tenduristiyê tên vaksînkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kampîna lêdana vaksîna li dijî vîrûsa Koronayê (Covid-19) dest pê kir. Destpêkê karmendên tenduristiyê tên vaksînkirin.
Peyamnêra K24ê li Hesekê da zanîn, li bajarê Hesekê kampîna vaksînlêdanê ji duhî ve dest pê kiriye û destpêkê karmendên Tendirustiyê tên vakîsnkirin, piştre jî kesên bi temen û kesên nexweşiyên giran bi wan re hene dê vaksînê werdigirin.
Peyamêra me destnîşan kir jî, heta niha 17 hezar vaksînên AstraZeneca ji aliyê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) gihîştine ber destê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser.
Di vê derbarê de, berpirsên Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Diyar dikin, hejmara vaksînên gihîştina ber destê wan gelekî kêm e û pêwîstiya wan herî kêm bi bi yek milyon vaksîn heye.
Heta niha hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17672 kesan, ji wan jî 717 kesan canê xwe ji dest dane.