Li Herêma Kurdistanê 10 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 152356 kes jî ji nexweşiya Koronayê baş bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 655 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 655 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 105 kes li Hewlêrê, 277 kes li Silêmaniyê, 215 kes li Duhokê, 4 kes li Helebce, 41 kes li Germiyanê û 13 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 855 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 167357

Mirin: 4248

Başbûn: 152356

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.