Li Tirkiyê 8 hezar û 426 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 183 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 183 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 46 hezar û 970 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 27ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 8 hezar û 426 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 673 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 220 hezar û 549 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 13 hezar û 102 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 70 hezar û 815 kesan.