Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 44 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane

Navenda Jiyan a Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 44 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 44 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 1 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Dirbêsiyê, 12 kes li Reqayê, 13 kes li Tebqayê, 1 kes li Dêrezorê, 3 kes li Kampa Holê û 2 kes jî li Şehbayê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17716 kesan, ji wan 1786 kes baş bûne û 760 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.