Li Rojavayê Kurdistanê 30 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 30 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 30 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 30 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 6 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 3 kes li Dirbêsiyê, 11 kes li Reqayê, 2 kes li Kampa Holê û 1 kes jî li Şehbayê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17746 kesan, ji wan 1792 kes baş bûne û 723 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.