Li Herêma Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ji Koronayê baş bûne, bi ser 155 hezar kesan ket.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 198 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 198 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 16 kes li Hewlêrê, 32 kes li Silêmaniyê û150 kes li Duhokê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1104 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 168862
Mirin: 4266
Başbûn: 155069
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.