Ciwan Mistefa: 17 hezar û 500 derziyên li dijî Koronayê gihiştine me

Dr. Ciwan Mistefa
Dr. Ciwan Mistefa

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 17 hezar û 500 derziyên vaksîna "AstraZeneca" yên li dijî vîrusa Koronayê (Covid-19) ku ji aliyê WH'yê hatin şandin, gihiştin Rojavayê Kurdistanê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, peywendiya wan bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re didome û got, erkê rêxistinê ye ku xizmetên tenduristiyê bide gelên cîhanê, bi taybet piştî ku vîrûsa Koronayê derket.

Dr. Ciwan Mistefa got jî: "Erkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ye ku derziyan pêşkêşî hemû gelên cîhanê bike. Em wekî Desteya Tenduristiyê ji bo parastina tenduristiya gelan bike û mafên xwe yên tenduristiyê bistînin, me ked da heta ku 17 hezar û 500 derzî ji herêmê re hatin şandin."

Peyamnêra K24ê li Hesekê roja 25ê vê mehê dabû zanîn, li bajarê Hesekê kampîna vaksînlêdanê dest pê kiriye û destpêkê karmendên Tendirustiyê tên vakîsnkirin, piştre jî kesên bi temen û kesên nexweşiyên giran bi wan re hene dê vaksînê werdigirin.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa anî ziman ku ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê soz da ku dê hejmareke din a derziyan ji war re bişîne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser got jî, pêwîstiya herêmê bi nêzî 1 milyon derzî heye.