Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane gihîştiye 726 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 80 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û diyar kir, 3 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hesekê û 2 kes li Qamişlo ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 80 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 16 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 3 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanê, 17 kes li Reqayê, 11 kes li Tebqayê, 2 kes li Dêrezorê û 4 kes li Kampa Holê ne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand jî, 6 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17826 kesan, ji wan 1786 kes baş bûne û 726 kesan jî canê xwe ji dest dane.