Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê ejmara pêketiyên Koronayê 170 hezar kes derbas kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 640 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 640 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 121 kes li Hewlêrê, 233 kes li Silêmaniyê û 223 kes li Duhokê, 54 li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan canê xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 650 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 170094
Mirin: 4275
Başbûn: 156364
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.