Li Rojavayê Kurdistanê 31 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 31 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 31 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 31 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 8 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 3 kes li Amûdê, 11 kes li Reqayê, 3 kes li Dêrezorê, 1 kes li Şehba, 2 kes li Kampa Holê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17857 kesan, ji wan 1804 kes baş bûne û 729 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.