Li Herêma Kurdistanê amarên herî dawî yên Koronayê
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 653 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 653 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 653 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 121 kes li Hewlêrê, 233 kes li Silêmaniyê, 250 kes li Duhokê, 47 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 781 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 268 kes li Hewlêrê, 214 kes li Silêmaniyê, 224 kes li Duhokê, 17 kes li Helebceyê, 48 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 171284
Mirin: 4295
Başbûn: 157833
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.