Kiliçdaroglu: Bila dema hilbijartinan diyar bikin em ê nazmedê xwe eşkere bikin
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, eger dema hilbijartinê were diyarkirin, ew ê maseya şeş alî namzedê xwe yê hevpar yê serokomariyê eşkere bike.
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, eger dema hilbijartinê were diyarkirin, ew ê maseya şeş alî namzedê xwe yê hevpar yê serokomariyê eşkere bike.
Kemal Kiliçdaroglu ji televizyoneke nêzî CHPê re axivî. Kiliçdaroglu got ku egerek mezin heye hilbijartin di Gulana 2023an de bê kirin. Kiliçdaroglu destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinê de bi ser bikevin û piraniya parlamentoyê bidest bixin.
Li ser eşkerekirina namzedê hevpar yê şeş partiyên opozisyonê jî Kiliçdaroglu got, namzedê hevpar dê ji aliyê serokên şeş partiyan ve bê diyarkirin.
Kiliçdaroglu bang li Erdogan kir ku eger dema hilbijartinê diyar bikin, ew ê di nava du rojan de namzedê xwe diyar bikin.
Duh cara heftemîn şeş partiyên opozisyona Tirkiyê li navenda CHPê civiyan.