Ekrem Îmamoglu: Ev biryar nîşaneya tunebûna edaletê ye

Bi biryara dadgehê derbarê Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu de bi hinceta sivikatî li endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan kiriye, 2 sal û 7 meh cizaya zindanê û qedexeya siyasetê hat dayîn.

Stenbol (K24) - Bi biryara dadgehê derbarê Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu de bi hinceta sivikatî li endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan kiriye, 2 sal û 7 meh cizaya zindanê û qedexeya siyasetê hat dayîn.

Ji bo protestokirina biryarê bi hezaran kes li ber avahiya şaredariyê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşanî biryarê dan. Îmamoglu di mitîngê de got: Ev biryar nîşaneya tunnebûna edaletê ya li vî welatî ye û daraz bi sizakirina kesên ji opozîsyonê ne, ketiye bin bandora desthilata siyasî.

Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî biryara betalkirina hilbijartina şaredarî ya sala 2019an der barê endamên lijneya bilind a hilbijartinê ya li vî welatî de bi îdiaya peyva “ehmeq” bi kar anî ji hêla dadgehê ve 2 sal û 7 meh û 15 rojan bi zindanê hat sizakirin. Li gel vê der barê wî de biryara qedexeya siyasetê jî hat dayîn.

Piştî vê biryarê bi banga Îmamoglu bi hezaran kes li ber avahiya şaredariya Stenbolê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşanî sizakirina Îmamoglu dan.

Welatiyekî ji K24ê re diyar kir: “Desthilata siyasî hiqûqê wek darek girtiye destê xwe û ji bo berjwendiyên xwe yên siyasî bi kar tîne. Lê xelk di hilbijartinê de bersiva xwe dê bide wan kesên neheqiyê dikin.”

Welatiyekî din jî got: “Proseyeke nehiqûqî di vê dozê de heye. Li dijî vê neheqiyê û ji bo piştgiriya Îmamoglu em li vir kom bûn.”

Herwiha welatiyek jî dibêje: “Em li pişt Îmamoglu ne. Hiqûq, dad li vî welatî nemaye. Kesên destdirêjî, dizî dikin li derva ne, lê kesên banga dad û demokrasiyê dikin bi zindanê tên sizakirin.”

Ekrem Îmamoglu biryara sizayê weke nîşaneya tunebûna edaletê nirxand û got: “Ev biryara şermê ye ji bo daraza Tirkiyeyê. Êdî daraz bûye saziyeke wisa ku kesên muxalîf in siza dike. Ji bo sala 2023an armancên me hene. Ji bo vê em ê mil bidin hev. Ji bo rojên xweş em ê bi hev re di hilbijartina 2023an de vê hizba ku vî welatî xera dike têk bibin. Em li Stenbolê bi ser ketin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser kevin.”

Parêzerê Îmamoglu ji bo betalkirina biryarê dê serî li dadgeha îstînafê û pêwîst bike serî li daraza bilind jî dê bidin. Eger daraza bilind sizayê pesend bike Îmamoglu karekî siyasî dê nikare pêk bîne wate nikare bibe namzet bo hilbijartinên bê û di tabloyeke wiha de şaredariya Stenbolê ku piştî 15 salan ji AK Partî bi piştgiriya Kurdan ketibû destê CHP dê bikeve destê AK Partî.