Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê balkonên xwe bi ala Kurdistanê xemilandin

Diyarbekir (K24) – Partî û rêxsitinên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê di roja Ala Kurdistanê de, balkonên xwe bi Ala Rengîn xemilandin. Siyasetmedarên Kurd jî dibêjin, wek her miletekî divê Kurd jî li Ala xwe ya neteweyî xwedî derbikevin da ku li bin siwanê wê jî yekîtiya xwe pêk bînin.

Di 17’ê Berfenbarê roja Ala Kurdistanê de, partî û rêxistinên ku li bakûr siyaset dikin jî, Ala Kurdistanê bi balkonên xwe ve berba kirin û ragihandin ku Ala Kurdistanê remzeke pîroz a gelê Kurd e û divê hemû Kurd bi wê zanînê di bin banê wê de yekîtiyya xwe pêk bînin.

Berdevkê Hereketa Azadî Metîn Pîranî ji K24ê re got: “Her netew, bi Al û sembolên xwe yên pîroz dikarin yekîtiya xwe, hevgirina xwe û pêkve kar û xebat kirina xwe pêk bînin. Di salên dawî de jî yekgirtin, hevgirtin û piştgiridayîna herçar parçê Kurdistanê dikeve rojevê. Sembola miletê Kurd jî Ala ye û kesên ku dixwazin, yekîtiya xwe pêk bînin û her wiha dixwazin bihevre biebitin; divê beriya her tiştî li Ala ya pîroz a Kurdistanê xwedî derbikevin.”

Rêvebirên partiyên siyasî xwedîlêderketina Ala Kurdistanê ji bo têgihiştina nirxên neteweyî girîng dinirxînin û baldariya ku bi taybet li ser medya civakî jî tê nîşandan, bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Endamê Rêvebiriya Navendî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Ahmet Kilil dibêje: “Her miletekî çewa ku sembolên wan gırîng e, çewa ku lê xwedî derdikevin û diparêzin; ên gelê Kurd jî li seranserê cîhanê, Kurdekî li ku hebe, bi sembolên xwe tên nasîn. Loma jî divê ku Kurd li sembolên xwe û Ala xwe xwedî derbikevin û Ala xwe her bilind bikin.”

Siyasetmedarên Kurd, bal kişandin ku Ala Kurdistanê, di encama berdel û kedên mezin de, buye remzê pîroz yê gelê Kurd û divê her şertî de, bê parastin.

 

Fly Erbil Advertisment