Mîthat Sancar bo K24: Ji bo namzetê Serokomariyê pîvanên HDPê hene
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar li ser pîvan û krîterên HDPê yên ji bo piştgiriya namzetê Serokomariya Tirkiyê ragihand, di deklarasyona partiya wan de 11 xal hatine eşkerekirin, eger namzetekî Serokomariya Tirkiyê wan xalan qebûl bike, ew dikarin piştgiriya wî namzetî bikin.
Hewlêr (K24) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li ser pîvan û krîterên HDPê yên ji bo piştgiriya namzetê Serokomariya Tirkiyê ragihand, di deklarasyona partiya wan de 11 xal hatine eşkerekirin, eger namzetekî Serokomariya Tirkiyê wan xalan qebûl bike, ew dikarin piştgiriya wî namzetî bikin.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar beşdarî bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê bû û ragihand: “Berî 14 mehan, me deklarasyonek ragihand, di deklarasyonê de, me polîtîkaya xwe ya derbarê Tifaqa Demokrasiyê de eşkere kir û stratejiya me ji bo hilbijartinan di vê deklarasyonê de heye. Ji bo hilbijartinên parlamentoyê, em dixwazin tifaqeke mezin ava bikin, navê vê tifaqê, me danîbû 'Tifaqa Demokrasiyê', niha me tifaqek ava kir, navê wê jî 'Tifaqa Ked û Azadiyê' ye, em dixwazin bi tifaqa xwe, wek partî di hilbijartinên parlamentoyê de beşdar bin, niha şertên me hene û gelek mesele jî hene ku ji bo em muzakere bikin.”
Mîthat Sancar diyar kir: “Em û ev maseya şeşalî, em ne wekhev in, polîtîkaya me, polîtîkaya sêyemîn e, ev xeta me ya bingehîn e, ji bo vê em ne wek van tifaqan in, ne wek Tifaqa Miletê ya şeş partiyan in, rêya me rêya sêyemîn e.”
Li ser mijara pîvan û krîterên HDPê ji bo namzetê Serokomariyê jî eşkere kir: “Em pêşî dibêjin; demokrasiyeke bihêz, dadperweriyeke bêalî û serbixwe, Qanûna Bingehîn a demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk, di aboriyê de edalet, wisa di deklarasyona me de 11 xal hene, eger namzetek derkeve, van xalan qebûl bike, em dikarin di hilbijartinên Serokomariyê de alîkariya wî namzetî bikin.”
Mîthat Sancar diyar kir: “Ji bo vê yekê jî em dixwazin bi maseya şeş partiyan diyalog û muzakere bimeşînin, divê ev muzakere û diyalog jî vekirî bin, eşkere bin, ne li pişt deriyan bê meşandin, eger em li hev bikin, em amade ne ku alîkariya namzetê wan bikin, ev namzet bikare bibe namzetê me hemûyan.”
Li ser pirsa "Eger namzetê ku maseya şeş alî deyne, ne li gor pîvanên HDPê be, gelo HDP dê namzetê xwe derbixe?” Mîthat Sancar eşkere kir: “Em niha li ser vê mijarê jî nîqaşê dikin û xebatên me jî hene, eger namzetekî li gor vê çarçoveyê dernekeve, em ê namzetê xwe derxînin. Demeke dirêj e, em li ser namzetê xwe nîqaş dikin.”
Derbarê operasyonên leşkerî yên Tirkiyê de ku li Başûr û Rovajayê Kurdistanê pêk tîne, Sancar diyar kir: “Bi salan e, desthilata AKP û MHPê di hundir de zordarî û li derve jî polîtîkayên şer dimeşîne, vê polîtîkayê ji bo domandina desthilatdariya xwe dikin, lê ji gelan re derewan dibêjin. Em dizanin bi vê operasyonê, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, ev ne çare ye, ev operasyon hemû, li Başûrê Kurdistanê û li Rojava pirsgirêka Kurd hîn girantir dikin û hîn mezintir dikin. Em dibêjin çareserî bi siyasetê ye, çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd hewce ye. Divê em vê rêyê ava bikin, bi şer ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Sedema van êrîşan ew in ku desthilatdar naxwazin Kurd li ti derê dinyayê bibin xwedî heq û edaletê. Dixwazin Kurd sedsaleke din bê statu û bê maf bimînin.”
Çend roj berê li Diyarbekirê ji ber daliqandina Ala Kurdistanê, hêzên asayîşê avêtin ser avahiyên partiyên Kurd, Hevserokê HDPê Mîthat Sancar derbarê vê mijarê de diyar kir: “Em eşkere dibêjin, polîtîkaya me û gotina me jî gelek gelek diyar e, ev êrîşên li ser partiyên Kurdan, heq dide gotina min ku 'ev êrîş ne tenê li ser HDPê ye, eger wext were, hemû Kurd û hêzên Kurdan ji vê êrîşê para xwe werbigrin'. Ev polîtîkaya vê desthilatê, polîtîkayeke li dijî Kurdan e, ew ferq naxin nav Kurdan, eger ev desthilat zor bikeve, li hemû partiyên Kurdan vê êrîşê dê bimeşîne. Ji ber vê yekê, em li vir jî, li Bakurê Kurdistanê jî, em dixwazin bi hemû partiyên Kurd diyalog bimeşînin, em dixwazin tifaq jî ava bikin, ji bo vê armancê, em hevdîtinan jî dimeşînin, em bawer in ku em ê di vê rêyê de bi ser bikevin.”