Li Idlib û Efrînê xwepêşandana li dijî nêzîkbûna Enqere û Şamê

Li seranserê deverên jêr kontrola hêzên Tirkiye û Heyet Tehrîr El-Şam, xwepêşandanên girseyî birêve çûn. Xwepêşanderan ji Cerbalusê heta Bab û Efrînê, li dijî sêalî ya li Moskowê, nerazîbûna xwe nîşan dan.

Hewlêr (K24) - Li seranserê deverên jêr kontrola hêzên Tirkiye û Heyet Tehrîr El-Şam, xwepêşandanên girseyî birêve çûn. Xwepêşanderan ji Cerbalusê heta Bab û Efrînê, li dijî sêalî ya li Moskowê, nerazîbûna xwe nîşan dan.

Xwepêşanderek dibêje: “Îro tevaya azadîxwazên şoreşa Sûriyê, li Idlibê civiyane. Idlib bi erdnîgariya xwe biçûk e, lê bi kerameta xwe mezin e, ku jiyana bin desthilata Beşdar Esedê sitemkar red dike. Îro tevaya azadîxwazan tekezî li ser pêdiviya xwe bi berdewamiya şoreşê û redkirina bazirganiya bi qurbanîdana şoreşa Sûriyê dikin.”

Li Idlibê xwepêşander balê dikşînin ser helwesta Tirkiyê ku hêvî dikirin, Tirkiye li dijî Esed piştevaniya wan bike.

Xwepêşanderekî diyar kir: “Nav û nîşanên sereke yên civînê, vegerandina penaberên Sûrî û rêxistinên terorê, ew du doz cihê girîngiya rejîmên Sûriye û Tirkiyê ne, ti girîngiyeke wê dozê ji bo me tune ye. Em dixwazin çarenûsa zindaniyan bizanin, tiştê ku me ji Tirkiyê çaverê dikir, li dijî sitemkarê Beşar Esed piştevaniya me kiriba û tenê di hizr berjewendiya xwe de neba û berjewendiyên sitemlêkiriyan jî li ber çavan girtiba.”

Beşdarên xwepêşandanan dibêjin, helwesta aliyan çi be bila be, lê ewê di şoreşa Sûriyê de berdewam bin.

Xwepêşanderekî din jî dibêje: “Îro şoreşvan û azadîxwazan ji tevahiya deveran berê xwe dane Idlibê, ji ber helwesta vê dawiyê ya Tirkiyê ku piştevaniya xwe ji bo rejîmeke sitemkar, weke rejîma Esed nîşan daye. Em wek şoreşvan dizanin ku her welat li gor berjewendiya xwe reftar dike, em jî dê li gor berjewendiyên xwe reftar bikin û dest bidin hev.”

Wezîrên Berevaniyê û Serokên Îstixbaratê yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê li Moskowê civiyan, rayedarên Tirkiyê jî dibêjin, wan li ser pirsa terorê û vegerandina penaberan gotûbêj kirine. Xwepêşander jî dibêjin pirsa sereke bi rejîma Sûriyê re ye ku ew bi ti awayî danûstandina ligel Esed qebûl nakin.