Nêçîrvan Barzanî serdana navçeyên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dike
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana navçeyên ziyandîtî yên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dike.
Îro Sêşemê 14ê Sibata 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana navçeyên ziyandîtî yên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dike.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.
Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.
Heta niha 76 welatan amadebûna xwe ji bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.
Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.