Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li Dîlokê serdana tîmên Herêma Kurdistanê kir
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, li navçeya Îslahiye ya Dîlokê, serdana tîmên alîkariyê yên Herêma Kurdistanê kir.
Dîlok (K24) – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, li navçeya Îslahiye ya Dîlokê, serdana tîmên alîkariyê yên Herêma Kurdistanê kir.
Pervîn Buldan tevî şanda pê re, serdana bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê kir.
Buldan li navçeya Îslahiyeyê, serdana tîmên rizgarkirin û alîkariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir û derbarê xebatên wan de agahî wergirt.
Karmendekî tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Pervîn Buldan re ragihand ku destpêkê 35 barhilgir gihandin, duh jî karwanekî ku ji 23 barhilgiran pêk dihat, gihîşte Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.
Herwiha eşkere kir, kelûpelên di nav 21 barhilgiran de radestî AFAD û Heyva Sor a Tirkiyê hatin kirin, 16 barhilgirên din ên alîkariyê jî ji Hewlêrê bi rê ketiye, 5 barhilgirên ku dê werin, bo Rojavayê Kurdistanê werin şandin.
Karmendê lêgerîn û rizgarkirinê ragihand ku 10 roj in ew li devera erdhejê ne û 2 kes ji bin kavilan bi saxî rizgar kirine û 12 kesên ku canê xwe ji dest dane, ji bin kavilan derxistine.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ji bo xebat û alîkariyan spasiya tîmên Herêma Kurdistanê kir.