Serokomarê Almanyayê bi Kurdî peyama erdhejê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Almanyaya Federal Frank-Walter-Steinmeier bo cara yekem bi zimanê Kurdî peyamek derbarê erdhejên li Mereşê de belav kir.
Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steînmeîer spasiya tîmên ku di erdhejê de alîkariya mirovan dikin kir û got: “Mirovatiya ku hûn di vê dema tarî de nîşan didin, hêvî û baweriyê dide mirovan.”
Steinmeier di dawiya peyama xwe de bi Tirkî, Erebî û Kurdî ev wiha nivîsî:
“Biz her zaman yanınızdayız.
Nabqa bi-janibikum.
Emê li cem we bin.”