Keça Pêşewa Qazî Mihemed koça dawî kir
Derengê şeva borî, Suheyla Qazî Mihemed, keça Serokomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed koça dawî kir.

Hewlêr (K24) – Derengê şeva borî, Suheyla Qazî Mihemed, keça Serokomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed koça dawî kir.
Suheyla Qazî Mihemed, şeşem keça Pêşewa Qazî Mihemed, şeva borî di temenê xwe yê 69 salî de li welatê Almanyayê koça dawî kir.
Koça dawî ya Suheyla Qazî Mihemed piştî nêzîkî heft meh di ser koça dawî ya yekane birayê wê Elî Qazî tê, ku di temenê xwe yê 89 salî de li Almanyayê koça dawî kiribû û cenazeyê wî bo Kurdistanê hatibû vegerandin.