Ji ber erdhejê heta niha 184 kes li Tirkiyê hatine zindanîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê radigihîne, di çarçoveya lêpirsînên erdhejê de heta niha 184 kes hatine zindanîkirin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag di derheqê lêpirsînên avahiyên ku rûxiyan de da zanîn, 612 bergûman hatine lêpirsînkirin û ji wan 184 kes hatine zindanîkirin û 214 kes jî bi kontrola dadî hatine azadkirin.
Da zanîn jî, Ji 184 kesên hatine zindankirin, 79 kes belênder, 74 kes berpirsiyarê avadaniyê û 13 kes jî xwediyê avahiyan in.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn, ji ber erdhejê jî bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û zêdetir ji 44 hezar kesî canê xwe ji dest dane.